PeyamaKurd- Li bajarê Mûşê bo xwe hînik bike xortekî bi navê Muhammed Orun ketibû çemê Qeresûyê. Xortê bi navê Muhammed Orun 17 saliye. Bûyer li navçe ya Dêrxasê li gundê Eşmepınarê qewimiye. Tîmên AFAD ê û avjenên tîmên polîsan ji bajarê Bedlîsê diçin hawara xortê 17 salî. Cenazê xort dîtin û ji avê derxistin lê mixabin di avê de fetisî bû û jiyana xwe ji dest dabû.
Dozgerê Dêrxasê li ciyê bûyerê lêkolîn kir. Mirovên Muhammed Orun jî li qerexê çem li benda agahiyan mabûn lê xebera ne bi xêr bihîstin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin