PeyamaKurd – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku hêsankarî bo wergirtina xwendekarên li deverên Kurdistanê bê kirin.
Li gorî biryarê wê Wezareta Bilind a Perwerdeyê ji Kerkûk û deverên din ên Kurdistanê 731 xwendekaran bo zankoyên Herêma Kurdistanê werbigire.
Hat ragihandin ku di daxuyaniya Wezîrê Perwerdeya Bilind a Kurdistanê Xalid Şivanî de hatiye diyarkirin ku biryarnameyek bo zanko û saziyên perwerdehiyê hatiye şandin daku 731 xwendekarên Kurd ên li herêmên derveyî îdareya Kurdistanê ne werin qebûlkirin.
Xalid Şivanî serkeftin ji xwendekaran re xwest û da zanîn ku xwendekar ji bo navên xwe tomar bikin li zankoyên Kurdistanê dikarin serdana nûnertiya Perwerdeya Bilind a li Kerkûkê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin