PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wan bi şîrketa BIONTECH ê re peymana aşiya Kovid-19 ê îmze kiriye. Koca weha got:
“Min duhî bo we gotibû ku em nêzin da peymana aşiya BIONTECH ê îmze bikin. Peyman îşev siet di 04.30 ê şevê de hat îmzekirin. Li gor peymanê di depoyan de hazir 550.000 doz heye. Ev miqdar ya mamoste Prof. Dr. Uğur Şahin bo me gotiye. Ev miqdar wê heya dawiya salê an serê sala nû bo me were. Heya dawiya meha adarê wê 4.5 mîlyon doz aşi teslîmê me bikin. Li gor peymana me, wê heya 30 mîlyon dozê di heman şertan de teslîmê me bikin. Sedema ku aşi dereng ma, şîrketa hilberîner berpirsiyariya derengmayîna aşiyê qebûl nedikir.
Di mijarê de keda mamoste Prof. Dr. Uğur Şahin gelek zêdeye. Ez car din li ser navê milletê xwe jê re sipasiya xwe dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin