PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku şêniyên navçeya el-Izbe yê li rojhilatê Dêrazorê bîra el-Cebir a petrolê ji destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derxistiye.
SOHRê daye xuyakirin ku îro 25ê Tebaxê xelkê navçeya el-Izbe yê li rojhilatê Dêrazorê el-Cebir a neftê ji dest HSDê derxistine ku rojane 2 hezar bermîl petrol tê de tê derxistin.
SOHRê 19ê Tebaxê ragihandibû ku xelkê gundê Şinan ê li herêmên di bin destê HSDê de li rojhilatê Dêrazorê, li dijî binpêkirinên fermandarekî leşkerî û xirabûna rewşa jiyanê xwepêşandan kirine û rêya sereke ya gund girtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin