SOHR: Çekdaran 250 donim genim û cehê cotkaran sewitand

SOHR: Çekdaran 250 donim genim û cehê cotkaran sewitand

PeyamaKurd - Komên çekdarên opozîsyona Sûriyê nêzîkî 250 donim genim û cehê cotkaran  li derdroa Minbic a Sûriyê  şewitandin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku komên dijberîya Sûriyê agir berdane erdên çandinîyê yên gundîyên Yaşlî, Ûmcilûd û Ûm'edse li derdora Minbicê û di encamê de nêzîkî 250 donim genim û cehê xelkê hat şewitandin.

SOHRê herwiha daye xuyakirin, herwiha di encama êrîşên yekîneyên dijberîya Sûriyê li derdora Til Temirê de jî rûbereke berfireh ji zevîyên xelkê şewitîye tu di qê şewatê de genimê gundê Beyîrîye, Heyt Elsefih, Dawidîye, El'ezîzye û Fethelle li xwe girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin