PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û komên Sûrî yên piştgiriya Tirkiyê de li gundewarên Til Temirê, li bakurê rojavayê Hesekê, 7 kes hatine kuştin.
Di daxuyaniya SOHRê ya do de hate ragihandin, di şer de şervanekî HSDê jiyana xwe ji dest daye û 6 endamên Tûgaya Sultan Murad jî jiyana xwe ji dest dane.
Ji HSDê derbarê mijarê de tu daxuyanî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin