SOHR: HSDê operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestand

SOHR: HSDê operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestand

PeyamaKurd – HSDê ji bo protestokira êrîşên Tirkiyê, operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê re rawestand.

Li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, bi Hevpeymaniya Navdewletî re pêk dianîn rawestandiye.

Herwiha SOHRê eşkere kir, HSDê 6 roj berê ji bo protestokirina êrîşên bi dronan ên Tirkiyeyê operasyonên hevpar ên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestandiye.

Çavkaniyê herêmî yên ji SOHRê re axivîne jî destnîşan kirine, HSDê piştî ku Tirkiyê di êrîşên dronan yên li Rojavayê Kurdistanê rêveberên HSDê hedef girtine, ev biryar sitendiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin