SOMO: “Bi Herêma Kurdistanê re em gihan peymana sêqolî”

SOMO: “Bi Herêma Kurdistanê re em gihan peymana sêqolî”

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê şîrketa petrolê yê SOMO ya Iraqê ragihand ku hukumeta federal bi hukumeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li hev kirine û peymana navbera xwe nûh krine.

Rêvebirê giştî yê SOMOyê Ali Nizar lihevkirinê ji bo Rûdawê ragihandiye. Peyman wê salekî dewam bike.

Wezareta petrolê ya Iraqê û wezareta enerjiyê ya Tirkiyê di 1ê Tebaxa 2026an de ji bo petrola Iraqê ya rojane bi miqdarê 750 hezar varîlê here lîmana Ceyhanê ji bo salekî peyman îmza kiribûn.

Rêvebirê giştî yê SOMOyê ragihand ku peymana sêqolî li gor peyama bi Tirkiyê re hatiye kirin û li gor wê dirêj kirine. Çavkaniyekî ji şîrketa petrolê ya North Oilê ragihandiye ku:

“Peymana sêqolî 20 roj berê li Erbîlê hat nûhkirin. Ji bo peyman bicîh were, ji bo erêkirina fermî, peymanê şandin wezareta petrolê ya Bexdayê.”

Heman çavkanî ragihandiye ku peyman bi armanca destnîşankirina rêbaza xebata di navbera Erbîl-Bexdayê de, ji bo wê îdarê çawa birêve bibin, pêvajoya gihandina petrolê û îxracata wê dê çawa bibe û bikin kirasê yasayî, armanc jê ev in.

Şîrketên biyanî yên li Herêma Kurdistanê dixebitîn ku hêdî hêdî dadgerin ser karên xwe. Şîrket bi sedema şer xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê dabûn rawestandin.