SOMOyê îdiayên ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê red kirin

Dîroka Weşanê :
SOMOyê îdiayên ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê red kirin

PeyamaKurd - Şîrketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) îdiayên ajansa nûçeyan a navneteweyî Reuters red kirin ku DNO û şîrketên din ên enerjiyê plan dikin ku petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe bifroşin û peymana di navbera Hewler û Bexdayê de binpê bikin.

Di daxuyaniyek fermî de ku îro (Yekşem, 21ê Kanûna Pêşîn, 2025) hate weşandin, SOMO tekez kir ku tevî sînordarkirinên lojîstîkî û kapasîteya depokirinê ya nebaş li Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, şîrket ji bo pêkanîna peymanên ku bi Herêma Kurdistanê re hatine çêkirin pabend e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewlên ji bo misogerkirina pêvajoyên radestkirin û hinardekirina bênavber a petrola herêmê berdewam dikin.

SOMO îdiayên di rapora Reutersê ya 26ê Îlona 2025an de red kir, ku tê de îdia dikir ku DNO petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kanalên serbixwe ji bo firotanê pêşkêş dike, û got, "Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi berdewamî pabendbûna xwe bi peymanê re piştrast kiriye."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku, di çarçoveya peymana di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hemû şîrketên navneteweyî yên petrolê yên ku li herêmê dixebitin, mecbûr in ku hemû hilberîna xwe, ji bilî xerckirina navxweyî, radestî SOMO bikin.