Rayedarê Amerîkî: Îhtimala sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de heye

Rayedarê Amerîkî: Îhtimala sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de heye

PeyamaKurd – Berpirsê Karûbarên Ewropa û Avrasyayê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Palmer, ragihand ku bi sedema kirîna moşekên S-400ên Rûsî, îhtimala sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de berdewam e.

Palmer di vîdyo konferansa Fonda Marshall a Alman (GMF) ku li Washingtonê hat sazkirin de axivî û derbarê Tirkiyê de got ku Amerîka ji ber kirîn û îhtimala bikaranîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve gelekî bi fikar e û nirxandinên wan li ser bicihanîna yasaya (CAATSA) ya sepandina dorpêçan bi ser neyaran de berdewam dike.

Palmer da zanîn ku ew encamên wê proseyê eşkere nake, lê belê di vê mijarê partnerên xwe yên Tirk vedixînin dîyalogê û hêvî dikin Tirkiye vê rêbazê bikar bîne.

Rayedarê Amerîkî herwiha li ser bihêzkirina hevkariya Tirkiyê ya bi Rûsyayê re  jî diyar kir ku ew ji bo Amerîkayê cihê nîgeraniyê ye bi taybet jî di warê kirîna alavên leşkerî de.

Palmer got, ji bo welatekî endamê NATOyê pêwîstî bi derxistina nakokiyeke wiha nîne ku dê ev yek neliheviyên Tirkiye-Amerîkayê zêdetir bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin