PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser mijara projeya TürkAkımê ku xaza Rûsyayê di ser Tirkiyê de dibe Awrûpayê, ew welatên an beşdarvanên ku di nav projeyê de ne tehdîd kir. Pompeo weha got:
“Ji projeyê yekser derên an rîska ku derê ortê bidin ber çavên xwe. Wê encama wê xerab be.”
Pompeo got ku di projeyên xerab de yên ku fêdê dide Rûsyayê de dixebitin û destekê didin wan projeyan.
Projeya TürkAkımê rezervên xaza xwezayî bi şebekeya xaza Tirkiyê ve girêdidin û bo başûr û rojahilatê bakûrê Awrûpayê dibin çavkaniya enerjiyê. Destpêkirina birina xazê di serê salê de destpêkiribû û heya niha ji Rûsyayê bo Awrûpayê 1.3 mîlyar m3 birine.
Xeta TürkAkımê du xetên wan hene û her xet salane dikare 15.75 mîlyar m3 bibe Awrûpayê û her dû xet dikarin 31.5 mîlyar m3 xaz bibe Awrûpayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin