PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Awûstûrya li Iraqê Andrea Nasî kir.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, ku Awûstûrya îro 13.10.2024ê pêşwazî li Balyozê Iraqê Nasî kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser bihêzkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Awûstûrya di warên cuda de nêrînên xwe danustandin.
Di hevdîtinê de ku behsa pêşhatên dawî yên li Iraqê û kêşeyên li Rojhilata Navîn hate kirin, tekez li ser girîngiya parastina aramî, aştî û asayîşa li Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin