Sûdanî soza bicihanîna destûrê da şanda PDKê

Sûdanî soza bicihanîna destûrê da şanda PDKê

PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.  Hate ragihandin ku Sûdanî girîngiya berdewamiya şêwirînê û bicihkirina mafên destûrî anîye ziman.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, “Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî kir.”

Di civînê de, rewşa giştî ya welat hat nîqaşkirin û tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya di navbera hêzên siyasî yên welat de hat kirin, bi merama yekxistina helwestan li beranberî wan qebxwaziyên ku ji ber bûyerên bilez ên deverê hatine pêş.

Herwiha behsa karûbarên siyasî yên navxweyî hat kirin û her du alî li ser pêdivîya berdewamiya şêwirînê ji bo yekalîkirina mafên destûrî hevnerîn bûn; bi taybetî encamdana civînên girêdayî hilbijartina Serokkomar, bi rengekî ku bersiva hêvî û daxwazên tevahiya pêkhateyên gelê Iraqê bide.

Hêjayî gotinê ye, ev hevdîtin di demeke ku Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, rastî êrîşên moşek û dronan tê hate encamdan.