Serok Barzanî bi balyozê nû yê Amerîka re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li balyozê nû yê Amerîka yê Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand, îro pêşwazî li balyozê nû yê Amerîka yê Herêma Kurdistanê Rob Waller kiriye.

Li ser hevdîtinê Serok Barzanî ragihand: ‘‘Ez kêfxweş bûm ku min li baregeha Barzanî, pêşwazî li birêz Rob Waller balyozê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir.

Li ser naveroka wê hevdîtinê jî Serok Barzanî gotiye: Me behsa pêşhatên dawî yên li ser siyaset û kirîza Koronayê li Kurdistan û Iraqê kir. Min jê re daxwaza serkeftinê bo karê wî yê li Kurdistanê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin