PeyamaKurd – Dengbejekî radyoya Yerîvanê û hem dengbêjê civaka Kurdên Êzîdî Feyzoyê Rizo duhî serê sibê li bajarê Krasnodarê ji nav me bar kir û çû ber dilovaniya Xwedê. Dengbêj Feyzo ji Kurdên Yerîvanê ye û malbata wî piştî koçkirin û qira Ermeniyan bi êla xwe re derbasî Çemê Arasê yê rexê din bûye û li Yerîvanê binecîh bûne.
Dengbêj Feyzo, di heman wextê de biraziyê dengbêjê navdar Şeroyê Biroye ku li payîtexta Gurcistanê li Tîflîsê dima. Mamê wî Şero şagirtê Evdalê Zeynêye. Her weha biraziyê Mecîdê Faris e.
Koça Feyzoyê Rizo li ser medya civakî belav bû û Kurdên hezkiroxê çanda Kurdî tev bi wefata wî êşiyan. Feyzo du sal berê bi nexweşîna pençeşêrê ya mîdê ket û her çû rewşa wî ya tendurisityê xerab bû.
Cenazê dengbêjê radyoya Yerîvanê yê Feyzoyê Rizo îro li bajarê Krasnodarê sipartin axê.
Feyzoyê Rizo di sala 1954an de li Yerîvanê hatiye dinyayê. Ji Kurdên Êzîdiye. Dengê wî bi deh salaye (30 sal) ku di radyoya Yerîvanê de dihat bihîstin. Berê li gundê Arêvaşadê bi malbata xwe ve karê çandiniyê û ajalvaniyê dikir.
Di her festîwala Diyarbekirê de bi mîrê bilûrê Egîdê Cimo re diçû festîwalê û li ser dike ciyê xwe digirt. Gelek kilaman gotiye û ew bi xwe jî kilaman çêkiriye. Dingê wî bilind û ji gewriyê û serî dihat. Lewra kêm kes dikaribûn weka wî dengê xwe bikarbianîna.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin