PeyamaKurd – Li navenda bajarê Mûşê û navçeya wê Gimgimê (Varto) di operasyonên bi sedema PKK/KCK ê, 14 kes ji aliyê hêzên asayîşa Mûş ê de hatin binçavkirin.
Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşê bajarê Mûşê; ew kesên hatine binçavkirin propogandeya rêxistinê kirine, tevlî civînên çepemeniyê bûne û tevlî merasimên cenazeyên gerîllayên PKK ê bûne.
Di girtina ser malan de hinek materyalên dîjîtal û komputer ketine dest. Di nav materyalan de çi hene nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin