PeyamaKurd - Hemwelatiyekî Çînê bi navê Zhang Hai ku bavê wî ji ber nexweşîya vîrusa koronaya nû Covid-19 miriye, bi hinceta ku hebûna vîrusê veşartine doz li hikumeta Çînê vekir.
Welatiyê Çînî ku yekem doza koronayê li hikûmeta Çînê vekiriye, herwiha ji Amerîkayê jî daxwaza penaxwaziyê kir.
Bavê Zhang Hai ku 76 salî bûye, meha Çileya 2020an li bajarê Wuhanê ji vîrusa koronayê miriye ku wan bi sedema şiketina hestiyê rahnê wî biribû nexweşxanê.
Welatiyê Çînî ku doza 2 milyon Yuan dirav li hikûmetê vekiriye dibêje, "Çînê pandemiya koronayê veşart û bavê min ji ber wê mir ku ev qetl e.”
Di serî de Amerîka û hejmarek welatên din, Çînê bi veşartin û dereng agahdarkirina pandemiya vîrusa koronayê tawanbar dikin.
Ji ber vîrusa koronaya nû Covid-19 ku ji Wuhan a Çînê belavî dinyayê bûye, heta niha li seranserê Cîhanê 8 milyon û 26 hezar û 683 zêdetir kes pê ketine û 436 hezar û 228 kes jî pê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin