PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Çep a Alman Katja Kipping, li ser bûyera şeva borî yaa nijadperestî piraniya wan Kurd11 kes li bajarê Hanauyê hatine kuştin li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Wir trauern, Yas tutuyoruz, Em xemgîn in #Hanau”.
Berdevkê hikûmeta Alman Steffen Seibert jî derbarê êrîşê de diyar kir ku ew bûyereke gelekî tirsnak û tawaneke mezin e û sersaxî ji malbatan re xwest.
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas derbarê bûyerê de got, “Em bi bûyerên tirsnak ên Hanauyê gelekî êşiyan” û ji bo birîndaran selametî û malbatan jî sersaxî xwest.
Doh bi şev li du kafeteryayên li bajarê Hanau yê Almanya, êrîşên nijadperestî li dijî Kurdan hatibûn kirin û piranî Kurd 11 kes hatibûn kuştin, 5 kes jî birîndar bûbûn.
Li gorî agahiyên dawî êrîşkarê ku welatiyekî Alman ê nîjadperest Tobîas R. e, serê vê sibehê li mala xwe tevî cesedekî din mirî hatiye dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin