Ji HDPê daxuyaniya pîrozkirinê: Di her bajarê ku ji AKPê hatiye standin de…

Ji HDPê daxuyaniya pîrozkirinê: Di her bajarê ku ji AKPê hatiye standin de…

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî encamdana hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, îro 1ê Nîsana 2019an li ser navê hevserokên partiyê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî daxuyaniyeke pîroziyê belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Di her encama ku hatiye bidestxistin de, di her şaredariya ku ji AKPê hatiye standin de, keda HDPê nikarin înkar bikin û ev ked qet zayî nabe.”

Di daxuyaniya HDPê de hat gotin, tevî hemû fişar, çewisandin, girtina endam û rêveberan û ambarbogya medyayê jî partiya wan bi ser ketiye.

HDPê daxuyakirin ku bi derxistina îradeya gel tifaqa AKP-MHPê hatiye têkdan û bi vê encama serkeftî re rûpeleke nû hatiye vekirin.

Ji bo bajar û navçeyên hatine jidest dan jî di daxuyaniyê de hat gotin, helbet windahî çêbûne û ew dê li ser kêmasiyên xwe hur bibin û daxuyaniyê bidin.

Buldan û Temellî diyar kirin, ew bi partiya xwe serbilind in ku li hember deshilatdariya otorîter û zordarî derfeta serkeftinê derxistiye holê û ruhê şirîkatiya demokratîk a siyasî ya ji 24ê Hezîrana 2015an ve kûrtir kiriye.

HDPê bêyî ku bi nav bike dengên kurdan ên bajarên mezin li Tirkiyê ku ji bo namzedên CHPê hatine bikaranîn bi bîr xist û got, “Di her encama ku hatiye bidestxistin de, di her şaredariya ku ji AKPê hatiye standin de, keda HDPê nikarin înkar bikin û ev ked qet zayî nabe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Gel 31 Adarê ji rejîma yek zilamî rne gotiye, ‘Êdî Bes e’. Ev encam ne tenê ya partî û kesekî ye. Pêşeroja me di pêşxistina vê zîrekî û hevkariya kolefktîv a 31ê Adarê û têkoşîna demokrasî, wekhevî û aştiyê de ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin