Elîko: Koalîsyon dixebite da li rojhilatê Firatê îstîqrarê deyne

Elîko: Koalîsyon dixebite da li rojhilatê Firatê îstîqrarê deyne

PeyamaKurd- Endamê polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurdistana Sûriyê û rêvebiriya ENKS ê Fûad Elîko, bo BasNews ê ragihand ku hêzên koalîsyonê dixwazin li rojhilatê Firatê di mijarên aborî û ewlekariyê de îstîqrarê deynin û bi hêzên cîh re, rêvebiriyeka mehellî ava bikin.

Elîko ragihand ku li rojhilatê Firatê, di deverên ku petrola dewlemend lê heye gelek hêz dixwazin desthilatiya xwe deynin lê heya niha di parvekirinê de kes biser neketiye. Elîko got; heya niha tişteka zelal tine ye lê tenê temsîlkarê taybet yê Amerîkayê James Jeffrey got: “Wê rejîma Sûriyê û hêzên Îranê neyên herêmê.” Em ji vêya fêmdikin ku wê Amerîka nehêle hêzên Sûriyê werin herêmê.

Elîko di mijara avakirina “herêma bi ewle” û “derxistina YPG ê ji herêmê” got ku Amerîka hewl dide ku Tirkiyê razî bike û weha dewam kir:

“Di vê mijarê de di navbera Washington û Ankara de bazareka dijwar têkirin. Hevdîtin dewam dikin. Eger lihevkirin bibe, wê dawî li rola HSD ê ya di herêmê de were.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin