Parlementerên sunnî name bo Hamaney sandin

Parlementerên sunnî name bo Hamaney sandin

PeyamaKurd- Parlementerên sunnî yên di meclisa Tehran a Îranê de, bi sedema ku di televizyona dewletê de li Hz. Ebûbekir, Hz. Ömer û Hz. Osman heqaretê dikin, bo serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Hemaney nameyekî şandin.

Parlementerên sunnî di nameya xwe de gotin ku ew kesên li van xelîfeyan heqaretê kirine, divê di derheqê wan de, çi pêwistbe, bê kirin. Jimara parlementerên ku name bo Hamaney şandine 17 ne.

Di nameyê de gotina Hamaney ku gotibû “Bi zanîn an bêzanîn kî heqaretê li sunniyan an şîayan bike, ew leşkerê dijmin yê bi pere ye” hat bibîrxistin û di heman nameyê de weha hat gotin:

“Bi munasebeta rojbûna Hz. Hesen di televîzyona dewletê de bi awayeka zindî bername hat amadekirin û aşkera heqaretê li ehlî sunnet û muqeddesatên wan hat kirin. Gotinên ku yekîtiya misilmanan xerab dikin, hatin gotin.”

Serokê meclisa Îranê Elî Larîcanî jî bang li televîzyona dewletê kir û xwest ku van tiştên mezhebî di televîzyonan de behsa wan nêkirin. Serokê televîzyonên dewletê ji aliyê Hamaney de tên tayînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin