Sandên tirkî û rûsî ji bo Idlibê îro car din dicivin

Sandên tirkî û rûsî ji bo Idlibê îro car din dicivin

PeyamaKurd - Şandên tirkî û rûsî ji bo rewşa dawî ya Idlibê îro Duşemê (10.02.2020) car din têne cem hev û guftûgo li ser herêmê dikin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatine wergirtin, şandên tirkî û rûsî îro li dema nîvro li Enqerê dicivin. Di civînê de wekî cara berê, Tirkiyê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal û kesên ji Wezareta Berevanî, Sererkanî û Îstîxbarata Tirkiyê beşdarî civînê dibe.

Di şandeya rûsî de jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin û Nûnerê Taybet yê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin li Sûriyê, Aleksander Lavrentyev û nûnerên leşkerî û îstîxbarî yên Rûsyayê hene.

Şemiya borî herdu şandeyên Tirkiyê û Rûsyayê civiyabûn û di civînê de biryar hatibû dayîn ku li ser kêmkirina ragêşiyan li herêmê û ji bo birêveçûna proseya siyasî gavên pêwîst bêne avêtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin