PeyamaKurd – Keça 18 salî ya bi navê İ.E ku 16ê Tîrmehê piştî, destdirêjiya çawişê pispor ê artêşa Tirkiyê Musa Orhan, hewla xwekuştinê dabû, îro 18ê Tebaxê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Keça bi navê İ.E ku rûbirûyî tecawiza leşkerê tirk hatibû, piştî hewla xwekuştinê li nexweşxaneyê nameyek nivîsandibû û tê de behsa hurgiliyên êrîşa zayendî ya li ser xwe kiribû ku gotibû, mirin ji mayîna li jiyanê çêtir e bo wê.
Çawişê Pispor Musa Orhan piştî ku hatibû binçavkirin hatibû serbest berdan û îdia kiribû ku wî destdirêjî li wê keçê nekiriye, lê belê piştî di rapora Tiba Dadî de derket holê ku wî êrîşa destdirêjiyê li keça bi navê İ.E kiriye vê carê jî gotibû, ew ‘alkol’ bûye û dîsa hatibû berdan.
Piştî belavbûna nûçeya mirina keça Kurd, li ser medya civakî bangewazî tê kirin ku Musa Orhan were girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin