Iraq | 4 polîs hatin kustin, 6 jî birîndar bûn

Iraq | 4 polîs hatin kustin, 6 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarên Mûsil û Enbarê yên Iraqê di encama teqandina du bombeyên çandî de, 4 polîsan can da, 6 polîs jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya medya iraqî, şeva borî dema derbasbûna karwaneke hêzên ewlekariya Iraqê li Badoş a bakurê Mûsilê, 2 bombe hatin teqandin û di wê teqînê de 3 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Dîsa li rojhilatê bajarê Enbarê jî mîn bi hêzên ewlekariya Iraqê de teqiya û polîsekî can da, 4 jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, li van demên dawî şaneyên razayî yên DAIŞê ji nû ve zindî dibin û bi taybet li bajarên wekî Selahadîn, deşta Nînowayê û Diyalayê êrîşan bi ser hêzên ewlekariyê û sivîlan de pêk tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin