PeyamaKurd- Di 31 ê cotmehê de bi sedema ‘roja bajaran’ ya UNESCO yê ku bi temamî 246 endamên wê hene, 2 bajarên Kurdistanê; Silêmaniya herêma Kurdistanê û Senendaja (Sinê) Rojhilata Kurdistanê ketin nav ‘Tora Bajarên Aferîner’. Her 2 bajarên Kurdistanê di nav de, bi temamî 66 bajar ketin navê.
Tora navborî, muzîk, huner û hunera destî ya xelkê, mîzanpaj, sînema, wêje, hunerên dîjîtal û di gastronomiyê de bajarên aferîner tîne cem hev. UNESCO stratejiya bajarên aferîner yên çandê, soz daye wê di navenda stratejiyê de bicîh bike. Îsal Silêmaniyê, di warê wêjeyê de û Sinê an ku Senandajê di seha muzîkê de xiste nav ‘tora bajarên aferîner’. Rêvebirê giştî yê UNESCO yê Audrey Azoulay mijarê weha ragihand:
“Li her derê dinyayê, her yek ji wan di rêya wan de, çandê ne weka xemlê lê dike bingeha wê an ku lingeka wê. Em vê înovasyona siyasî û civakî destek dikin. Bi taybetî ev bo neslên nû girîng e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin