Pasinyan: Eger em bi Azerbeycanê re li ser sînor li hev nekin dibe ku ser derê

Pasinyan: Eger em bi Azerbeycanê re li ser sînor li hev nekin dibe ku ser derê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ragihand ku wê ji bo destnîşankirina sînorê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de dest bi nîşankirinê bikin û eger em li ser gundên sînor li hev nekin dibe ku di dawiya heftê de şer derê.

Li gor videoya di malpera YouTube de ya hukumeta Ermenistanê ya fermî de hat gotin, Paşinyan çûye gundên ser sînor yên devera Tavuşê û pirsên gundiyan bersivandiye. Paşinyan got ku dixwaze destnîşankirina sînoran li ser bingeha peymana Almatayê bibe û weha dewam kir:

“Destnîşankirina sînor dê bê bicîhanîn.Divê komîsyon here ser sînor biryarê bide bê sînorê Komara Ermenistanê ji ku derê destpêdike. Divê ev destnîşankirin bibe sînorê dewletê yê navbera Azerbeycan û Eremenistanê.”

Paşinyan, got ku wê di sînorê Ermenistanê de ti guherandinekî bi qederê 1 mm jî nêkirin û li gor destûrê bi tevlîbûna milletê bi referandûmê bibe. Niha komîsyon dikare li ser protokola ku me li hev kiriye ji Bağanisê heya Berkaberê dest bi destnîşankirina sînor bikin.

Eger li hemberê destnîşankirina sînoran derên, wê encamên wê jî hebin lê ev nayê vateya ku wê dawiya heftê de şer derê. Ez dizanim wê di dawiya şer de çi bibe. Dema em li Yerîvanê hev bibinin û li hev rûnên wê bêjin: ‘Em gundî bûn, zanîna me tinebû qey ya te jî tinebû? We çi kir?’ Hun ê weha bêjin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin