Tê çaverêkirin PDK û YNK piştî Cejna Qurbanê bicivin

Tê çaverêkirin PDK û YNK piştî Cejna Qurbanê bicivin

PeyamaKurd - Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Sekreterê Giştî Selahedîn Bahadîn, ji bo derbaskirina krîza siyasî û amadekirina bingeha pêkanîna hikûmeta nû, destpêşxeriyeke navbeynkariyê da destpêkirin.

Şandeya Yekgirtûyê li Debaşanê li gel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û li Hewlêrê jî li gel Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî civînên cuda û erênî encam dan.

Di encama van hevdîtinan de, her du partiyên serekî wekî pêngava yekem ferman dan medyaya xwe ku şerê ragihandinê û êrîşên medyayî bi temamî rawestînin.

Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûyê Musena Emîn îro çarşemê 20ê Gulanê eşkere kir ku bersiva her du aliyan pir baş bûye û PDKê biryara nermbûnê daye.

Piştî cejnê herdu partî dicivin

Li gorî zanyariyên ku ji polîtburoya her du partiyan hatine wergirtin, niha pêşniyarên Yekgirtûyê li ber destê Serok Mesûd Barzanî ne û tê çaverêkirin ku beriya Cejna Qurbanê polîtburoya PDKê bi serokatiya wî bicive daku bersiva fermî amade bike.

Li gorî planê piştî Cejna Qurbanê dê demek ji bo civîna lûtkeyê ya navbera PDK û YNKê were diyarkirin.

Endamê Polîtburoya YNKê Derbaz Kosret ragihand ku rewşa nû ya Iraqê wan neçar dike ku bicivin û deriyên wan ji bo diyalogê vekirî ne.

Hêjayî gotinê ye, hêzên siyasî li Bexdayê aloziyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê teşwîq dikin, loma jî ji bo parastina statûya herêmê divê pirsgirêk di nava mala Kurdî de werin çareserkirin.