PeyamaKurd - Cîgirê berpirsê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Hêrîş Selîm ragihand ku eger qedexeya derketina derve rabe jî divê hinek şert hebin û cihên giştî û mizgeft nabe heta 15 Gulanê vebin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Hêrîş Selîm got, mixabin ev du-sê roj in li nav bajarê Silêmaniyê pêbendî bi qedexeya derketina derve lawaz bûye, ev jî me nîgeran dike.
Dr. Hêriş Selîm diyar kir, divê welatiyên me bizanin ku heta niha jî metirsiya vîrusa Koronayê xilas nebûye û divê em pêbendî şîretan bibin. Êdî vîrusa Koronayê heye û heta vaksîna wê neyê dîtin, dê her dem li ser jiyana mirovan gef û tehdîd be.
Cîgirê berpirsê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê li ser rakirina qedexeya derketina derve wiha axivî: "Divê qedexeya derketina derve qonax bi qonax were rakirin. Divê hinek şert bên danîn paşê qedexe rabibe. Bi taybet nabe bazaar, mizgeft û kafeteriya û cihên giştî yên sergirtî heta 15 Gulanê vebin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin