Tevgera Goran hisyarî da Lahor Sêx Cengî: Derxistina aloziyê tawaneke mezin e!

Tevgera Goran hisyarî da Lahor Sêx Cengî: Derxistina aloziyê tawaneke mezin e!

PeyamaKurd - Serkirdeyê Tevgera Goranê Kerîm Mexzî, piştî îxrackirina Lahûr Şêx Cengî ji nav YNKê, ji ber egera gûrkirina aloziyan li nava bajarê Silêmaniyê hişyarî da hevserokê dûrxistî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahûr Cengî û ragihand, derxistina aloziyê tawaneke mezin e.

YNKê çend roj ber fermî Lahûr Cengî û çend kesên din ê nêzîkî Lahûr Cengî ji nava YNKê dûr xistin û medyaya YNKê jî ew yek belav kir ku wan kesan peyrewa navxweyî binpê kirine û ji ber wê yekê hatine dûrxistin.

Li aliyê din Lahûr Cengî û taqîmê nêzîkî wî wan biryarên YNKê red dikin û behsa egera şer di nava aliyên navxweyî yê YNKê de tê kirin.

Endamê Civata Tevgera Goranê Kerîm Mexzî derbarê rewşa Silêmanniyê de got: “Heger Lahûr Cengî û taqima wî li dijî biryara derketina ji nava YNKê derbikevin û hewl bidin şer û aloziyê li nava bajarê Silêmaniyê derxin, ew xeletiyeke mezin e ku bikin. Lewra eger rewşa Silêmaniyê ji ber wan têk biçe, xelkê bajarê Silêmaniyê vê qebûl nake û wê cezayê wan girantir be.”

Mexzî bal kişandiye ser û gotiye, pêwîste Mala Mam Celal, rewşa Silêmaniyê li ber çavan bigire û rê nede wan ku Lahûr Cengî û taqîmê wî û kesên din ligel wî ji hizbê hatine derketin, kiryarên xirab pêk bînin û zirarê bidin Silêmaniyê û xelkê Silêmaniyê, di egereke wisa de wê hemû kes zirarê bibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin