PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê hêzeke taybet a ji 200 leşkeran pêk tê, şand Efrînê.
Li gor çavkaniyên herêmê artêşa tirk 200 leşkerên xwe yên hêzên taybet şandin Efrînê û beşek ji wan Ii bajêr û beşek jî li gundên navçeya Şêrawa û Cindirêsê hatin bicihkirin.
Heman çavkaniyên herêmê radigihînin ku hewlên Tirkiyê yên guhertina demografiya Efrînê bi xurtî berdewam dikin û malbatên komên çekdarên alîgirîn Tirkiyê li gundên ser sînorên navçeya Raco, Bilbilê, Cindirêsê û Şiyê têne bicihkirin.
Li gor jêderan çekdarên li Efrînê nasnameyên xwe bi yên Tirkiyê diguherînin û gelek caran ji ber guhertina nasnameyên Tirkiyê bi yên Sûriyê, pevçûn di navbera wan de derdikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin