Tirkiye: Di operasyona MÎTê ya li Singalê de bepirsa îstixbarata PKKê hat kustin

Tirkiye: Di operasyona MÎTê ya li Singalê de bepirsa îstixbarata PKKê hat kustin

PeyamaKurd – Tirkiye diyar kir, di operasyona MÎTê ya li Şingalê de, bepirsa îstixbarata PKKê hatiye kuştin.

Li gor ajansa nûçeyan “Anadolu” belav kir, di operasyona Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ya li Şingalê de, bepirsa îstixbarata PKKê ya bi navê Fatma Onur hat kuştin.

Weke tê zanîn, Tirkiye di mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê başûrê Kurdistanê gelek operasyon bi rêya dronan, hejmareke ji berpirsên PKK û YPGê kirine armanc.

Herwiha li gor wê ajansa fermî ya Tirkiyê, wan di heyama sê salên borî de nêzîkî 100 berpirsên PKKê li Rojava û Başûrê Kurdistanê kuştine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin