PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy ragihand ku Tirkiye amadekariyên vekirina 4 konsûlxaneyên nû li Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Hamî Aksoy ragihand ku amadekarî tên kirin ku konsûlxaneyên bajarên; Mûsil, Basra, Kerkûk û Necefê werin vekirin.
Aksoy got, “Em îsal plan dikin konsûlxaneyên xwe yên li Mûsil, Basra, Kerkûk û Necefê ji nû ve vekin. Bi vî awayî dê nêzîkatiya me ya bo hemû herêmên Iraqê ya hembêzkirinê berdewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin