Tirkiye: Me 400 hezar kes li Efrînê bicî kir

Tirkiye: Me 400 hezar kes li Efrînê bicî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, piştî operasyona li dijî Rojava 400 hezar welatiyên Sûriyê vegerandine wê herêmê û bi wê operasyonê, nehîştine YPG li wir dewletekê damezirîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, di komîsyona plan û budçeyê de bersiv da parlamenteran û got, armancên operasyonên wan li bakurê Sûriyê astengkirina dewleteke YPG ye ku xeyalê Rojava bidawî anîne.

 Hulusî Akar aşkere kir bi dirêjahiya145 kîlometreyan û kûrahiya 30 kîlometreyan wan li bakurê rojhilatê Sûriyê herêma ewle ava kiriye. Wezîrê tirk da xuyakirin, piştî operasyona Efrînê 400 hezar xelkên Sûriyeyî, ku li Tirkiyê bûnvegerandine wê herêmê û li wê derê bicî kirine.

Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê, desthilata Tirkiyê bi pêkanîna qirkirina netewî û guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê tometbar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin