PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, hêzên wan bi çekên giran bersiva êrîşa bi roket a bo ser navçeya Serê Kaniyê dane.
Têkildarî êrîşa bi roket a bo ser navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, piştî ketina roketê, hêzên leşkerî yên wî welatî yên li ser sînorê Sûriyê, 7 cihên li aliyê Sûriyê ku pêştir hatine destnîşankirin, bi çekên giran kirine armanc.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Tirkiyê di çarçoveya mafê xwe yê rewa yê bergiriyê, bi çekên giran bersiva vê êrîşa roketî daye.
WALÎTIYA RIHAYÊ DAXUYANIYEK DA
Herwiha derbarê bûyerê de, Walîtiya Rihayê jî daxuyanî da. Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê, 22yê Tîrmehê saet 21:00ê 22ê li Taxa Turgut Ozal a bajarokê Serê Kaniyê moşekek li ser bane malekê ketiye û di encam de 5 kes birîndar bûne. Îdia ew e ku moşek ji aliyê Sûriyê ve hatibe avêtin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di bûyerê de 5 welatî bi sivikî birîndar bûne û birîndar bo Nexweşxaneya Giştî ya Serê Kaniyê hatine veguhestin. Lêkolînê derbarê bûyerê de destpê kiriye û li cihê bûyerê, derdor û tevahiya bajarok tedbîrên dijwar ên ewlekariyê hatine wergirtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin