PeyamaKurd - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro got: "Binpêkirina her mafekî li Efrînê were encamdan dewleta Tirkiyê berpirsiyar e.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê rewşa Efrînê de nêrînên xwe parve kir: .
Ibrahîm Biro anî ziman ku berî artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê bikevin nav Efrînê li bajêr, ji ber kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelek malbat ji wê herêmê derketine û herwiha ji deverên din ên Sûriyê pêkhateyên din çûne Efrînê û demografî hatiye guhertin.
Biro da zanîn ku piştî êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ziyaneke gelek mezin li herêma Efrînê çêbûye û wan weke ENKS, rewşa mirovî ya bajarê Efrînê digel berpirsên Amerîkî û Birîtanî gotûbêj kiriye, û daxwaz ji wan welatan dikin ku li himberî binpêkirina her mafekî bê deng nemînin.
Biro, ji bo rewşa niha got: “Çi tiştek an jî ziyanek li Efrînê bibe Tirkiyê berpirsiyar e. Em li her derê vê yekê dibêjin û me gotiye. Îro ne em li Efrînê ne, hêzên dewleta Tirkiyê û grûpên girêdayî wê li Efrînê ne lewma ji her ziyanekê bigihêje xelkê Efrînê em dixin stûyê hikûmeta Tirkiyê. Çi belgeyên dikevin di dest me de em hem digihînin dewletên cîhanî û hem jî dewlata Tirkiyê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Ibrahîm Biro wiha ifade kir, ew ji ber metirsiya guhertina demografiyê dixwazin xelkê Efrîn di zûtirîn demê de vegerin ser mal û milkên xwe rê nedin ti kesekî biyanî bo rûnin ser malên, gundên wan û karûbarên wan.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê tekez kir ku çi hêza biyanî ye divê ji Efrînê derbikeve û artêşa Tirkiyê jî ne ser viyana wan çûye Efrînê.
Biro herwiha amaje bi wê yekê kir ku dema Kurd bûn desthilatdar divê berpirsên TEV-DEMê ji ber kiryarên xwe bêne dadgehkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin