PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafirên cengê yên Artêşa Tirkiyê nexweşxaneya serekî ya Efrînê bombebaran kirib û 16 sivîl kuştin gelek jî birîndar kirin.
Li gor medyayên nêzîkî YPGê balafirên şer ên Tirkiyê erişî nexweşxaneya Efrînê kirin û sivîl kuştin.
Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê li Efrînê Dilgeş Ebbas diyar kir ku 3 roket îsabetî nexweşxaneyê bûne û 16 sivîl hatibe kuştin, birîndar bi 10an kesan in.
Nexweşxaneya Avrîn nexweşxaneya mezintirîn û serekîtirîn a Efrînê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin