PeyamaKurd - Şervanên muxalefeta Sûriyê ku hevalbendên Tirkiyê ne rê nadin ku welatiyên Kurd ên bajarokê Şiyê û gundên derdora wê vegerin ser mal û milkên xwe.
Piştî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wÊ di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, ji tirsa guhertina demografiya deverê, hewl didin ku vegerin ser cih û warên xwe.
Çavkanî radigihînin ku nêzîkî hezar kes ji xelkê Şiyê û gundên derdora wê li her du gundên Hecîlera û Gundê Hisê hatine dorpêçkirin.
Li gorî çavkaniyan, ev 2 heftî ne xelk li wan gundan kom bûne ji aliyê çekdarên muxalefetê ve hatine hecizkirin û rê ji bo wan nayê dayin ku vegerin malên xwe.
Li aliyekê din, piştî ku hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî wê ketin herêma Efrînê, mal û milkê xelkê tê talankirin û dizîn.
Di vîdeoyekê de ku li bajarê Efrînê hatiye kişandin xelkê Efrînê gilî û gazinan ji rewşa xirab a herêmê dikin.
Xelkê bajarê Efrînê, bi tundî behsa kiryarên çekdarên muxalefeta Sûriyê dikin. Kesên ku di vê vîdyoyê de diaxivin, dibêjin ku ew tişta ku li Efrînê çêbûye, ne mirovatî û ne jî şoreş e.
Ew dibêjin, her tişt li Efrînê hatiye talankirin. Li nav Efrînê, ne berade, ne xesale, ne televizyon û heta ne çerxên vêxistina çixareyan jî nemane. Ev dibêjin heta bi rafîeyan traktor û erebeyên xelkê rakirine û dizîne.
Xelkê Efrînê ji rewşa ku niha herêm tê re derbas dibe, bi gazinde ne û hawara xwe digihînin rêxistinên navdewletî û dibêjin mal û milkên wan ji bo Ezazê hatine birin û daxwaza vegerindina mal û milkên xwe dikin.
Welatiyekî ji Efrînê derbarê rewşa xirab a bajêr de dibêje: “Bi erebî şoreş nivîsandine, le ew jî şaş nivîsandine. Em li vê derê perişan bûne. Yên hatin û yên çûne jî wek hev in û ji hevdu xirabtir in. Ti kes alîkariya vî xelkî nake. Avahiyên vala diteqînen. Di hundirê avahiyan de kesekî jî nîne çima xira dikin."
Herwiha welatiyekî din gilî ji reftarên grûpên çekdar dike û dibêje: “Xelkê bajarê Efrînê bêzar in. Avahî û malên sivîlan hatine mînrêjkirin û teqandin. Efrîn bi temamî hatiye dizîn û talankirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin