Li hember biryara Ayasofya Amerîka bertek da Tirkiye

Li hember biryara Ayasofya Amerîka bertek da Tirkiye

PeyamaKurd - Ji ber guherandina statuya Ayasofya, Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê da diyar kirin ku li hember vê guhertina ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê dilgiran bûne û xeyalên wan şikestine.


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus li ser Ayasofya daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
 

Di daxuyaniyê da hat ragihandin, ‘‘Ji ber biryara guherandina statuya Ayasoyfa, xeyalên me şikestin. Ew avahî, ji ber dîroka xwe ya çandî ya dewlemend di Lîsteya Mîratên Cîhanê ya UNESCO da ye û yek ji parçeyên girîng yên cihên dîrokî yên Stenbolê ye.’’

Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin, divê hikûmeta Tirkiye, rê li ber serdanên Ayasofya negire û ew li benda gavên wisa ne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ew ê Ayasofya di 24'ê Tîrmehê de bi nimêja Înê bo îbadetê bê vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin