PeyamaKurd – Hejmarek rêveber û şaredarên CHPê piştî tayînkirina qeyûman bo şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê bertek nîşan dan û ew kiryara destdanîna ser şaredariyan wekî kotedayeke dijî îradeya gel nirxandin.
Wekîlê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel got, AKPê careke din li şûna demokrasiyê faşîzm hilbijartiye û li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got:
"Dûrxistina ji kar a şaredarên ku piraniya gel ew tercîh kirine, nîqaşkirina hebûna desthilatê ye. Heke kesên ku bi hilbijartinê hatine û hilbijartinê neçin, kesên desthilatê bi dest xistine darbekar û faşîst in."
#kayyum Diyarbakir,Van,Mardin belediye başkanlarının görevden alınması kabul edilemez.
— Özgür KARABAT (@OzgurKarabatCHP) August 19, 2019
Ayıptır..
Yazıktır..
Günahtır..
Vatana ihanettir...
Millet size oy verince mi irade oluyor??
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bertek nîşanî operasyona destdanîna ser şaredariyên bajarên Kurdan da û diyar kir: "Dûrxistina ji kar û tayînkirina qeyûman a şûna şarêderên Amed, Mêrdîn û Wanê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê de bi dengên gel hatine hilbijartin, nikare bi demokrasî û tevgerên demokratîk bê ravekirin. Tune hesibandina vîna gel nayê qebûlkirin."
31 Mart Yerel Seçimlerinde milletin oylarıyla seçilmiş Diyarbakır, Van ve Mardin Büyükşehir Belediye Başkanlarının görevlerinden alınarak yerlerine kayyum atanması demokrasiyle ve demokratik teamüllerle izah edilemez. Milletin iradesini yok saymak kabul edilemez.
— Ekrem İmamoğlu (@ekrem_imamoglu) August 19, 2019
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû li ser twitterê wiha got: "Darbe tenê bi tank, top û tivingê pêk nayê. Di meha 4an de ji kar dûrxistin û tayînkirina qeyûman li şûna serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî hiqûqê ye, darbeyeke li dijî tercîha siyasî ya gel e."
#Darbe sadece tankla, topla ve tüfekle yapılmaz.#Diyarbakır, #Mardin ve #Van Büyükşehir Belediyelerinin seçilmiş başkanlarının 4. ayda görevden alınarak yerlerine #kayyum atanması hukuka aykırı, halkın seçimle siyasal tercihlerine darbedir.
— Sezgin Tanrıkulu (@MSTanrikulu) August 19, 2019
Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû got: "Hin kesan gotibû demokrasiya pêşketî ne wisa? Darbeyeke din a li dijî vîna gel. Jikarxistin û tayînkirina qeyûm a serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê ku bi dengê gel hatibûn hilbijartin, li dijî hiqûqê ye, darbeya li dijî tercîha siyasî ya gel e."
Parlamenterê CHPê Ozgur Karabat li ser hesabê xwe yê medya civakî ev daxuyanî da: "Ji kar xistina serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê nayê qebûl kirin. Şerm e.. Heyf e.. Guneh e.. xayintiya li dijî welat e. Dema ku gel deng dide we, dibe îrade??"
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba li dijî operasyona qeyûman ev daxuyaniyê da: "Ji kar xistina şaredarên ku beriya 4 mehan namzetiya wan hat qebûlkirin û bi dengê gel hatin bilbijartin, bi awayekî vekirî darbe ye. Li cihê ku ewlehiya hiqûqê tunebe, demokrasî jî tuneye. Berê darbe bi çekan dihat kirin, darbekarên niha bi destê YSK û Wezareta Karên Hundir darbe pêk tînin. Darbeya demokrasiyê ya bi destê Wezareta Karên Hudnir a li dijî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê faşîzm bixwe ye. Jipeywirgirtina şaredarên ku hatine hilbijartinê rêbaza dewletên çadir e. Darbeya li dijî vîna gel hatiye kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin