Xeylanî: Rewsa piraniya nexwesên Korona yê Hewlêrê xerab e

Xeylanî: Rewsa piraniya nexwesên Korona yê Hewlêrê xerab e

PeyamKurd - Li Hewlêrê rewşa piraniya nexweşên bi vîrusa Korona ketine xerab e. Dermanê tê bikaranîn jî sedî sed nexweşan baş nake.

Berpirsê Nexweşxaneya Îmaratî ya Hewlêrê Dr. Şaxewan Xeylanî ragihand, niha zêdetirî 50 nexweş li nexweşxaneya me hatine razandin. Tenê rewşa 4-5 kesan hinekî baş e, rewşa yên din ne baş e rewşa hinekan jî xerab e.

Herwiha Dr. Şaxewan Xeylanî got, piraniya wan nexweşên ku diçin nexweşxaneya Îmaratî, di rewşek tengav de ne.

Li ser wî dermanê ku bo nexweşiya Koronayê hatiye çêkirin û li Herêma Kurdistanê jî dest bi bikaranîna wî hatiye kirin, berpirsê nexweşxaneya Îmaratî ya Hewlêrê gotiye, ev du roj in em wî dermanî bikartînin. Ew ne dermanê Rûsî ye, ji ber ku li Japonya bo persîvê dihat bikaranîn, paşê li Hîndistan û çend welatên din jî bikaranîn. Herî dawî li Rûsyayê bo Koronayê hat bikaranîn. Li gorî lêkolînan, ew derman hinekî rewşa nexweşan baş dike. Lê bi temamî baş nake. Ji ber wê jî em nikarin bêjin dermanê Koronayê hatiye dîtin.

Bi gotina wî nojdarî, ew derman belaş bo nexweşên Koronayê tê bikaranîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin