PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 14 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê Covid-19 can dane û zêdetirî 460 kesên din jî bi koronayê ketine.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di 24 saetên borî de 463 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 26 hezar û 392 kesan.
Herwiha Wezareta Tenduristiyê ragihand ku doh 14 kesên din ji ber Koronayê mirine û hejmara miriyan jî gihîştiye 962 kesan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di şev û rojekê de 349 nexweşên koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ku baş bûne, heta niha gihîştiye 15 hezar û 843 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin