PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, derbarê raport û nûçeyên ku dibêjin, êdî mûçeyê hêzên Pêşmerge nayê kêmkirin û dê wek xwe were dayîn, daxuyaniyek da.
Li gor Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê diyar kiriye, êdî ew ê alîkariyên diravî yên ku hêzên hevpeyman didin hêzên Pêşmerge, bêyî destkarî, dê yekser li hêzên Pêşmerge werin belavkirin.
Di daxuayniyê de, ne ew nûçe hatine redkirin, ne jî hatine piştrastkirin. Lê hatiye gotin ku ew alîkariyên diravî yên ku hêzên hevpeyman didin hêzên Pêşmerge, dê bêyî destkarî li hêzên Pêşmerge werin belavkirin.
Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, ew biryar piştî civîn bi hêzên hevpeyman û rizamendiya Serokatiya Encumena Wezîran, hatiye dayîn.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de gotiye, ew pêngava han di çarçoveya pilana Hikûmetê, bo çakasiyê de hatiye avêtin û hewlên Hikûmetê hene, da ku alîkariyên bi vî rengî tevahiya hêzên çekdar yên Kurdistanê vegire.
Hikûmeta Kurdistanê, ji ber kêmbûna budçê û kirîza darayî, ev çend meh in beşek ji mûçeyê karmendan û mûçexoran kêm dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin