Li gundên Kobaniyê dewriyeya Rûs-Tirk hat gerandin

Li gundên Kobaniyê dewriyeya Rûs-Tirk hat gerandin

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyê de ku piştî êrîşên dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî pêk hatibû, dwriyeyeke din a hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Tirk li gundewarên rojhilatê Kobaniyê hat gerandin.

Dewriyeya îro 24ê Îlonê li deriyê sînor ê nêzî gundê Xerîb bi beşdariya 4 panzêrên Rûs û Tirk û bi çavdêriya 2 helîkopterên rûsî hat gerandin.

Dewriye ji gundên Xerîb, Eyn Bat, Qeremûx, Xirbîsan, Bexdîk, Xan, El-Dunyay û Serzorî geriya û di heman rêya xwe de vegeriya.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha gelek caran xelkê deverê ew dewriyeyên ku Tirkiye di nav de ye protesto kiribûn û ji ber wê jî ev demek e dewriye bi helîkopteran jî têne şopandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin