Zanyarê navdar yê Frensî Bernard-Henrî Levy piştî ku fîlmê “Pêşmerge” li “Washington Capitol Hill”ê hate weşandin, di derbarê rewşa Kurdan a li Rojhilata navîn de nêrînên xwe parve kirin.
Levy pirsên Nûnerê Enstîtuya Washingtonê Bilal Wehab bersivandin: Piştî referandûma Kurdistanê, xayîntî li Kurdan hate kirin.
Ji bo ku Kurd mafên xwe bistînin divê gelên demokrat piştgiriyê bidin wan. Lê piştî referandûma Kurdistanê tam jî berevajiya vê hate kirin û dostên Kurdan xwe ji pişt wan dan alîkî. Wextê ku Kurdan bi DAÎŞê re şer dikirin Emerîkî û Ewrûpî hemî hevalên Kurdan bûn, lê piştre van dewletan Kerkûk teslîmî Îranê kirin.
Levy got ku dibe ku hinek kêmasiyên Kurdan jî hebin, lêbelê Kurdan berpirsiyariya xwe baş anîn cih. Divê li ser Kurdan ambargoya hewayî û yên din jî werin sekinandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin