PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Maksîm Maksimov serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û nameya pîrozbahiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihand serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê.
Lavrov di nameyê de hêviya serkeftinê bo kabîneya nû xwest û daxwaza bihêzkirina pêwendiyên navbera Rûsyayê Herêma Kurdistanê kir.
Balyozê Rûsî herwiha amadebûna Rûsyayê bo berhemanîn û razandina sermayeyê li herêma Kurdistanê anî ziman.
Serokwezîr Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê kir û kêfxweşiya xwe li hember amadebûna Rûsyayê bo berhemanîna zêdetir li herêma Kurdistanê nîşan da.
Mesrûr Barzanî hemû cure aboriya herêma Kurdistanê, bi taybet jî nirx dayîna bi pîşesazî, kiştûkal û geştûguzarê bi giringî pênase kir û got, êdî aboriya herêma Kurdistanê bi ti awayekî pişta xwe bi tenê yek dahatekî ve girênade.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin