Ji Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên pîrozbahiyê bo Emar Hekîm

Ji Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên pîrozbahiyê bo Emar Hekîm

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo dubare hilbijartina Emar Hekîm wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê, peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Serok Barzanî, di peyama xwe de serkeftin û serfirazî ji Hekîm re xwest û got, "Ez pîrozbahiyê li te dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê ji te re dixwazim."

Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya li Xê de diyar kir, "Cenabê Emar Hekîm, bi helkefta dubare hilbijartina we wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî, em germtirîn pîrozbahî arasteyî we dikin. Cenabê Emar Hekîm, ez hêviya serkeftin û berdewamiyê di kar û erkên te de ji te re dixwazim."

Hêjayî gotinê ye, Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî di civîna xwe ya dawî de bi yekdengî bawerî da Emar Hekîm daku careke din serkirdetiya vê tevgerê werbigire.

Emar Hekîm wekî kesatiyekî siyasî yê girîng ê Iraqê tê naskirin û xwedî peywendiyeke dîrokî û dêrîn e ligel serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê.