PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ev zêdetirî hefteyekê ye bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketiye û rewşa wî ya tenduristî jî baş e, ragihand ku heger online be ew beşdarî munezereya duyem a ligel reqîbê xwe Joe Biden nabe.
Du hefte berê herdu namzedên hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yên 3yê Mijdarê Trump û Biden bi manezereyeke taybet derketibûn pêşberî hev û bi zindî hatibû weşandin.
Tê çaverêkirin munezereya duyemîn jî beriya hilbijartinê bê kirin, lê ji ber ku Trump bi koronayê ketiye îhtimal heye ew ne rûbirû be û bi awayê online were kirin.
Trump li ser vê îhtimalê got ku heger ne rûbirû be ew beşdarî wê hevdîtina ligel Biden nabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin