Eşkere bû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokkomarê Tirkîyê Erdogan re nameyek nivîsandiye û ev name di çapemenîyê de eşkere bû.
Di nameya xwe de Trump, ji Erdogan re gotiye: „ Nebe zilamekî sert, ehmeq nebe„ û ew piçûk xistiye.
Li ser van gotinên Trump, parêzerê bi navê Şıhmehmet Kurtoğlu, çima ku li Erdogan û dewleta Tirkîyê heqaret kiriye, doz li Trump vekiriye.
Herweha Trump di nameya xwe de ji Erdogan re gotiye: „ Tu ji qetilkirina bi hezaran kes, û ez jî ji têkbirina aborîya Tirkîyê naxwazim berpirsiyar bim. Nebe zilamekî sert û hişk, ehmeq nebe. „

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin