PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya salvegera 61emîn a damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) peyamek pîrozbahiyê şand û ragihand: ku hêvîdar in ev salveger bibe sedema nêzîkbûna zêdetir di navbeyna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê.
PDK, ev roj li tevayiya endam û alîgirên Partiya têkoşer PDK-S, pîroz kir.
Herwiha di peyamê de hat diyar kirin ku: Hêvîdar in ev bîranîna dîrokî bibe sedema geşepêdanek zêdetir ji bo PDK-S û bibe handerek bo pêşveçûna giyana tevahî, brayetî û peydabûna yekrêziyê di navbeyna tevgerên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de.
Peyam wiha bi dawî tê: Hêvîdar in ev salveger bibe sedema nêzîkbûna zêdetir di navbeyna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê û pêşvebirina proseya demokrasî û destkeftên zêdetir ji gelê me yê wî beşî Kurdistanê yê ezîz.
Carek din bi nave Partiya Demokrat a Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji PDK-S re dixwazin.
PDK-S di sala 14ê Hezîran a 1957an de liser destê têkoşer û welatparêzên rojavayê Kurdistanê hate damezrandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin