Misir lesker disîne Sûriyê

Misir lesker disîne Sûriyê

PeyamaKurd- Piştî teklîfa Amerîka ku dixwaze leşkerên xwe ji Sûriyê bikşîne û ji leşkerên welatên Ereb leşkeran li Sûriyê bicîh bike, Erebistan razî bû ku leşker bişîne Sûriyê. Lê piştî Erebistanê, Misir jî niqaşê dike ku leşker bişîne Sûriyê.

Wezîrê karê derve yê Misrê ragihand ku Amerîka dixwaze hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û di şûna wan de hêzaka ji “Hêzên Ereb” çêbike û li Sûriyê bicîh bike. Li gor nûçeya rojnama dewletê ya Misrê El Ahramê, wezîrê karê derve yê Misrê  Samî Şukrî, li ser mijara şandina leşkeran bo Sûriyê bi welatên din re guftûgoya wan dewam dike.

Di rojên pêşiya me de, dê mijar bêhtir zelal bibe bê wê kîjan dewlet leşker bişîne Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin